Bermayiyên Metn û Çîrokên Berê

Di dîroka Rexneyê de nemaze jî di bincureya wêjeyê de yanî di Rexneya Wêjeyê de tu hêmanên bi wêjeyê re eleqedar nemane ku nebûne alavên rexneyê. Nivîskar, metn, çîrok, tevnsazî, zimannasî,  xwendekar hwd. gişt bi awakî ji aliyê rexnegiran ve hatine şîrovekirin. Hin şaxên rexnexeyên li gor pîvanên xwe yên estetîkî girîngî dane hinek ji van hêmanan û ji van hêmanan hinekan derxistine pêş. Mînak rexneyên formalîst (yên mina Binyatgerî, Formalîstên Rûsî hwd) bala xwe ji naverok û jiyana nivîskar bêtir dane alavên “formal”. Di despêkê de nivîskar û berhem hebû, lê neha heya hevok û tîpên berheman jî hatine veçirandin.  Di vê serboriyê de metn jî wekî  beşeke serbixwe (xwe ji şert û mercên dema xwe û ji nivîskarê xwe şûştiye) hatiye lêkolînkirin. Her ku bi awakî “etîk” û “formalîst” nêzî metnê bûbûn jî di warê rexneyên de serbixwebûniyek dane metnê, ji bo metnê ev yek jî girîng e. Ez dixwazim belkî gavek pêşdetir ango gavekî ji “formalîzmê” cihêtir li ser serxwebûna metnê bavêjim, bikevim pey şopa derhişa metnê.
Derhiş peyveke xwemaliya derûnnasiyê ye, wekî takekesî em dikarin behsa derhişa mirovan bikin lê bi giştî jî wekî civakî jî em karin behsa derhişeke hevpar bikin. Jê pê ve min derhişa tiştên şênber nebihistiye, lowma derhiş tim î daîm di forma mirovan de, di forma ku dikare hêma û wateyan biafirîne, bixe dirûva sembolan de dikare bê lêkolînkirin. Îcar em dizanin ku metn jî van tiştan kare bike. Wekî mirovekî jîndar e, domdar e û mirîdar e.  Dema Harold Bloom têgeha  “tirsa têsîrgirtinê (anxiety of influence)” pêşkêşî me şagirtin xwendinê kir, behsa domdariyeke wiha dikir. Wekî din dema Barthes têgeha “navmetnî” pêşkêşî me kir dîsa heman domdariyê, mîratgeriyê şanî me dida. Bi van herdu têgehan re kêmzêde têgihiştineke giştî ya li ser mîratgerî û domdariya metnan li ser me ava bû. Ger ku metn domdar û mîratgirên hev bin di heman demê de bargirên heman kod û bîrê ne jî.  Mesele çîroka  Lût di vê warî de li ser rewşa jinan nimûneyek balkêş e. Li gor tê gotin li bajarên derdora gola Lûtê, Sodome û Gomore  têkiliyên cinsî di navbera mêr û mêran de pêk tê, li gor termînolojiya olî “ji rê derketine”.  Li ser vê “jirêderketinê” Xwedê jî  melekên xwe dişîne bo wan bîne ser rastiyê. Melek diçin fermanên Xwedê digihînin Lût, Lût jî dil dike wan bîne ser rastiyê lê hewlên wî belaheq in. Melekên mêvanê Lût ewqasî qeşeng in ku dilê niştecihan dibije wan. Niştecihan tên ber deriyê Lût daxwaza wan melekan dikin ku bi wan re şa bibin. Lût jî her du qîzên xwe yên xama pêşkêşî wan dike ku harbûna wan aş bibe, bela xwe ji mêvanên wî û qasidên Xwedê vekin. Lê niştecihan vê yek qebul nakin. Lût têdigihe ku ew civat ji rê derketiye, ji bilî xezeba Xwedê kes nikare wê “hêçbûnê” safî bike. Şevekê ji axê xwe direvin; tevî melek, jin û qîzên xwe. Fermana Xwedê ye, divê di revê de kes li paş xwe nenêre, xezeba Xwedê nebîne. Lê jina wî bi xwe nikare vedigere li paş xwe dinêre, di cih de dibe stûnek. Ji wê malbatê du keç û bavek dimînin. Îcar di hemû kodên olî de ji ber ku mêr serdestê jinê ye, jin gunehkar e; di vir de jî divê ji bo afirandin û domdariya nifşa nû têkiliyeke cinsî di navbera mêr û jinan de pêk were. Bi ser de ev pêkanîn jî divê mêran gunehkar neke, yanî bê hemdê mêran pêk were. Ji bo bêgunehkirina mêran, plan amade ye. Jin araqê didin bavên xwe, ew serxweş dikin û dikevin paşila wî. Araq dibe ava helalkirina mêran, dibe ava destnimejê, kiryarê xwe ji necisbûnê dişo. Bi serde wekî kodeke domdarî û (ne)veşartî jin bi awakî metaforîk  femme fatale ye. (Bi ser de wekî “guneha” Hawa di çîroka Lût de heman gunehkariya jinê jî dubare dibe, ya ku li pey xwe dinêre ne mêr e jinek e.)
Rewşa jinê wekî arketîpek, wekî mitek û kodeke derhişî di gelek metnên seksîst û heterosekuwel de bi vî hawî tê bikaranîn. Di metnên kurdî de jî carina em laqê vê hêmayê derhişîn tên. Mînak Gulê Şoran a Eta Nehayî bo me bûyerokek (epîzot) baş pêşkêş dike.
Sereklehengê Gulê Şoran Las e. Las şervanekî kurd e, ji ber zilma serdest û neyaran tevlî şervanan bûye. Ferxe birayê wî ye. Lê di çêbûna Ferxe vir e em pê dihesin ku tiştekî neasayî li ser vî kurikî heye. Mesela Xalo Nayer rûspîyeke civatê ye, navê gelek kesan ew lê kiriye, navê wan kesan di guhê wan de bang kiriye. Navê Xanzad û Las Xalo Nayer lê dike, lê dema Ferxe çêdibe Xalo Nayer bêdil e, nav lê nake. Bavê wan Wisû Axa jî dibêje “ezê bi xwe navekî lê bikim” (38). Ez vê navlênekirinê wekî “êrênekirinê” bav dibînim, her çiqas bavê Ferxe Wisû Axa hebe jî di navlêkirinê de rola bavitiyê li ser Xalo Nayer e. Û ji ber ku ew vî karî nade ser xwe tê wateya ku “êrêkirinê” li Ferxe nake. Yanî Ferxe bi awakî derveyî “zagona bav” a Lacanian maye. Gav bi gav ev girêka odîpal di metnê de tê hûnandin.  Di destpêkê de Ferxe bi nasnaveke birîndar tevlî çîrokê dibe û xuya dike ku tiştên “neasayî” dê pêkbîne. Ev neasabûn di çavê Xanzad de jî bi heman awayî diyar dibe. Xanzad dema jê hîn dibe ku têkiliya wî û Leyla bi dawî hatiye wiha dibêje: “Tiştekî te li mêran naçe, qet” (126). Li gor vebêjer jî rewş heman e: “Ciwanekî bîst, bîst û du salî bi dîtina jineke sî salî re, ji dêvla ku mêr be mêrzarokekî sîpek û serserî ye” (126). Bi vê yekê re girêka odîpal a Ferxe hîn eşkeretir dibe, ji jinên ji temenza xwe meztir hez dike; têkiliya wî ya bi Leyla Xanzad re vê yekê piştrast dikin.
Piştî xebere mirina Las (di fantaziya odîpal a Las de wekî mirina bav jî dikare bê xwendin) nêzîkbûnek di navbera Xanzad û Ferxe de destpê dike. Xanzad hêdî hêdî bala xwe didê, Ferxe jî wekî kesekî di nav girêka odîpal de wekî “dayika şûndiyar” meyla xwe dide jinbirayê xwe yê bi temenê xwe jê mezintir. Xebera mirina Las ji bo wan herduyan sedemek nîv-qebulkirî bibe jî, esil mijara me ya derhişîn afirandina sedemên bêgunehkirina mêr e.  Ev tenvsazî jî rist bi rist tê hûnandin. Çawa ku bi girêka xwe ya odîpal û bi-tenê-mana jinbirakê xwe re, Ferxe ji bo têkiliyeke ensest amade bibe, Xanzad jî wê arezûyê nîşan dide. Her ku têkiliya di navbera wan de dualî, bi arezûya her duyan pêk hatibe jî metn li pey gunehkariya mêr û sûcdarkirina jinikê digere, xwe her û her ji nû ve saz dike. Dema Xanzad li ser mêraniya Ferxe gazinan jê dike, hema li pey wê vebêjer tîne bîra me ku “jin û nemaze jina bê mêr dawa wê lê dijmin bû. Mejiyê wê ne tekûz bû, şeytan baştir pê diwêriya. Tiştê ku divabû Xanzad bike guhar û guhê xwe ve bike ew bû, ji niha bi şûn de heta vegera Las –Dayê Gulê qet li mirina wî mikur nedihat- hest bi jinitiya xwe neke û mêr be” (127). Lê her ku Ferxe û Xanzad di malekê de nêzî hev dibin, ev şîret encax kare sê salan têsîr lê bike. “Sê sal ji bo wê demeke ewqasî dirêj bû ku di raman û xewnên wê de jî rûyê Las, xumamî û winda bûbû [….] Lê laşê wê goşt û xwîn bû. Xwîneke germ di damarên wê de digeriya”(135).  Her ku metn dimeşe, em hay jê dibin ku êdî ji bo Xanzad debara “(bê)mêrbûnê” nemaye. “Sîbera her mêrekî nêçîr dikir. Gava pençere vedikir û sira bayê bêhna mêran digihand wê, ewqasî din jî dicoşiya” (136). Li hemberî vê yekê Ferxe jî ne vala ye. Ew jî zane piştî lênêzbûneke wiha, di malekê de êdî “nikare bi çavên jinbira li Xanzad binêre” (138).  Ew roj ji bin deriyê serşokê li bedena tazî a Xanzadê dinêre, heya wê rojê jineke tazî nedîtiye. Di van rûpelê jêgirtkirî pê ve êdî xumama gumanê belav dibe, em baş pê dizanin ku ew agir dê wî kayî bişewitîne. Wekî çîroka Lût di vir de jî Ferxe şevekê serxweş tê malê, ew û Xanzadê di serxweşbûna wî de bi hev şa dibin. Beriya vê bûyerokê vebêjer diyar dike ku Ferxe her şev vedixwe lê ew şev ji yên berê serxweştir(!) e. Lê berovajiya vê xweşkirinê li pey wê pevşabûnê reşkirinek di derbarê Xanzadê dest pê dike. Ya ku li ser berfa spî vedireşe Xanzad e, ya ku li agirê dinêre û dil dike xwe bişewitîne Xanzad e. Ger em vê gotina “herî zêde sûcdar mahdê xwe ji xwe dixelînin” bînin bîra xwe di vê çîrokê de gunehkarê mezin jinek e, Xanzad e. Mêr jî tevlî gunehan dibe lê em dikarin wê ji wê gunehê bişon lewra di kiryara xwe de serxweş e û hişê wî ne li ser wî ye.
Wekî encam her çiqas derhiş pêdiviyek bi hişê, yanî pêdiviyek bi mirovan bibîne jî em dikarin bi awakî antromorfîk vê taybetmendiyê li metnê jî bar bikin. Di dîroka wêjeyê de ev hêma li jorîn û hêmayên mîna vê car bi car di derhişa metnan de tên dewisandin, di kûrahiya derhişê de tên hepskirin lê tu carî wenda nabin. Di xwendinên nêz de, wek rêgeha Freud a “vegera dewisandiyan” tiştên dewisandî dema ji aliyê Jorez (superego) ve benên wan bên sistkirin, hemin dertên sererûyê hişî. Lê ev gunehkariya jinê tim û daîm di derhişê de cih bigre jî, bêtirî nêzî hişê ye, piranî jî li benda sistkirinan jî namîne wek mîratê sazûmana nêr a gerdûnê bûye “kanonek”.
Çavkanî
Nehayî, Eta. Gulên Şoran: Li Pey Qedereke Winda. Stenbol: Weşanên Avesta, 2012
Ev nivîs ti hejmara 66emîn a kovara Tîrojê de derçû.
Reklamlar

Di Bêdengiya “Pandomîm”ekê Qêrîna Şêwazê


Di Bêdengiya “Pandomîm”ekê Qêrîna Şêwazê
Dema mirov li ser rewşenbîrên “temen mezin” dike binivîse bibe nebe mijar tê ser nifşan. Wek ku kesên temendirêj ne ji vê serdemê bin, ciwan ew teqawîdê demê  kiribin. Ev him neheqî ye, him jî nankoriyek e. Neheqî ye lewra mînakek mîna Arjen Arî heye ku ji xortan xorttir bû; him bi çalakbûna xwe ya helbestî him jî bi hemdemîbûna xwe ya ramanî re jî hosteyek bû. Arjen Arî ku di riya Cegerxwîn de diçû û wî ew wekî bavê helbesta xwe didît, ji bo gelekan rola bavitiyê girt. Di nav janrên wêjeyê de bêtirî di helbestê de “tirsa  têsîrgirtinê” heye. Di kitêba xwe ya bi navê Etkilenme Endişesi(Tirsa Têsîrgirtinê) de wekî avakarê vê têgehê diyar dike ku helbestvanên kêmhuner hunera xwe idealîze dikin, yên nîqaşmendiya wa bihêz jî helbestê dikin para xwe. Yên ku dikin para xwe an xwe deyndarê selefên xwe dibînin an jî bi tirsa ku têsîr ji wan girtibin dijîn (47). Li gor Bloom ev tirsa jêgirtinê ji helbestvanan re deriyê reseniyê vedike, lê nayê başbûn û nebaşbûna wan diyar nake (49).  Lowma em bikin nekin, bixwînin nexwînin him ji nifşa Xanî him jî ji nifşa Sheakesper tên, ji wan têsîr digrin. Wekî helbestvanek ger karibim li ser navê xwe kevirek li dîwarên Arjen Arî zêde bikim ez ê pê serbilind bibim. Îcar, Berken Bereh ku ji nifşa Tirêjê tê û demek dirêj di warê helbestê de nexasim jî di kurmanciya bakûr de hevaltiya Arjen kiriye, bi tena serê xwe dîrokek jîndar û zindî ye. Û ez bawerim gelek helbestvanên ciwan têkiliyên hişî û hestiyarî yên mîna Arjen û Cegerxwîn pê re danîne, datînin jî. Di hemû cureyên zanist û huneran de wekî hêmaneke civaknasî nifş girîng in. Lowma jî di vê zincîrê de Berkeh Berkeh ajokarê trenê ye, yên mayîn jî li dû wî dikişin.
Di têkiliya ziman û helbestê de hebest bêtirî xwe dispêre zimanê dayikê. Bi her aliyan ve jî hem zimanê dayikê wek lîngûîstik hem ji rasterast zimanê ku dayik pê xwe digihîne zarokê xwe, wiha ye. Çand jî her wiha bi zimanê bav ve bi zimanê zagon û rêgezên bavitiyê ve tê girêdan. Lê di psîkanalîtîkê de ev her du têgeh hinek tevlîheviyan pêktînin. Ji ber ku bav zagonçêker e û “çand” bi xwe ye “ê/a” ku fonksîyona bavitiyê nepejirandibe û daxwazkariya xwe ya li ser diya xwe ko nekiribe nikare derbasî qada çandê bibe û “zimanê” wî pêş ve naçe. Zarokên di girêka odîpûsê de di warê bikaranîna zimên jî xwedî girêk û aloziyên dijwar in. Bikurtahî bav wekî pêşengê çandê çiqas zimanê çandê diyarbike jî zimanê denginî jî dayik e. Îcar di wêjeyê de belkî mirov karibe di nav janrên wê de roman û zimanê çandê (bav), helbest û zimanê dayikê berawirdê hev bike. Lewra nifşşopandin çiqas bi peyvên “nêrane” ji bavitiyê bê jî, di helbestê de dayikbûn jî girîng e. Her helbestvan di heman demê de li dengê dayika xwe û li “erêkirina” bavê xwe digere. Bi vê yekê re helbestvanên “naşît” bi şopandina helbestvanên beriya xwe re li dengên xwe digerin.
“Belavok”
Carina nivîskar bi peyveke xwe, bi risteke xwe, bi helbesteke xwe, bi çîrokek xwe, bi lehengeke xwe an jî bi hêmayeke xwe avahiya tevna û poetîka ya berhem û sekna xwe ya hunerî destnîşan dike.  Di kitêba bi navê Dubliners[1]a James Joyce de çîroka ewil “The Sister”[2] e, di vê çîrokê de, di destpêkê de serekleheng wiha dibêje “Every night as I gazed up at the window I said softly to myself the word paralysis[3]” (7). Şîroveyên li ser berhemên Joyce di warê fahmkirinê de zahmet e. Yek ji zehmetiyên wî yên taybet jî girîngiya veşariyên sembolan. Mînak di hevoka jorîn de, peyva “paralysis” gelek girîng e. Di derseke li ser modernizmê de Murat Belge vê peyvê wekî hêmaya sereke ya wê kitêbê şîrove dikir. “Paralysis” yanî “şelbûn” hêmaya sereke a çîrokên Joyce e.  Wekî min got peyvek kare nûnertiya hunerekê bike, çîrokek kare vê yekê bike, belkî ji bo wênesazan rengekî taybet kare nûnertiya berhemê bike. Bi ya min, di kitêba bi navê Pandomîm a Berken Bereh de, helbesta bi navê “Belavok” jî di wek ku nûnertiyeke wiha digre.
Belavok
Li welatê min
Mecbûr e helbest
Nêr be
Tîr be
Şilfîtazî be
Agir bibare ji devê wê
Lew re
Li ezmanê wê bombe difirin
Li rûyê wê kulî diçêrin
Hirehira mirinê ye
Li ser dilê wê
“Belovek”
“Belovek” wekî ji navê xwe jî diyar ji jargonek polîtîk tê û alaveke bangeşedanêye. Lowma jî pêwendiya ku bi xwendekaran re saz dike, wateya ku diafirîne jî li gor wê beşa civakî û ramanî ye. Romantîzma tê de, hestiyariyeke polîtîk e. Helbestên ku bi hêmanên polîtîk ve xwe dagirtine, ango dirûvên wan ên resen xwe dispêre polîtzasyonê gişt berhemên “rasteqiniya civakparêz” in, û piranî ji çepgir û marksîst in. Bi ya min ji xwe di hunerê de ev yek heye, yanî huner bi xwe alaveke polîtîk e. Dibe ku berhemên dijî polîtîkbûnê hebin, ew bi xwe hingê dîsa dibin polîtîk, ancax di rewanbêjiya xwe  de karin xwe derpolîtîk bikin, û berê vê jî heya bincureyên wêjêye berfireh dibe. Polîtîkbûna di helbestê de ji cureyên din ên wêjeyê bi hêsantir. Lewra wekî form ên ku herî xweş kare frekansê civakê bigre, ji aliyê civakê ve bê tomarkirin û xwe belav bike helbest e. Jiberkirina helbestê, perçeyeke ji helbestê ji çîrok û romanê hêsantir û biqewettir e. Mînak peşmergeyek ji Şêrko Bêkes re nameyek dinivîse dibêje “ji bo min helbestek binivîse da ku şehîd bikevim”.  Lê me got, xetereyên vê yekê jî hene. Polîtîkbûn piranî di civata rexnegiran de wekî kêmasî tê dîtin.  Sedema wê jî “tirsa popûlîstbûnê” ye. Berhemên polîtîk piranî xwe dispêrin bîrdoziyên xwe û bi wê bîrdoziya xwe berhemên xwe bi “partîzan û milîtanan” ve didin xwendin. Lê yên ku polîtîk û ne popûlîst in jî hene, pirr in û bi ya min sertacê helbestê ne. Helbest; bi helbestbûna xwe, bi peyvên xwe, bi rist û bendên xwe, bi hemû hêmayên xwe, bike ku xwe ji civakê; ji pirsgirêk civakê bişo hingê ji bilî pûşa li ber gayan pê ve, nabe tu tişt. Berken Bereh jî helbesta wî jî ne popûlîst e, têra xwe biqewet e. Û çiqas di sînora van her du xetan de –di navbera ya popûlîst û ya rasteqîn- de şîlohiyek hebe jî li gor xwendina min ên li ser “Pondomîm”ê, xuyaye reheke xurt a wêjeyî tê de heye.
“Li welatê min”
Welat û têgeha bi peyva “welat” re girêdayî jî yek ji taybetmendiya helbesta Berken Bereh e. Welat, ez dibêm belkî li pey “evînê” yek ji gîringtirên mijara sereke ya helbestê ye. Li gor bîrdoziyan (wekî diyarkera naveroka helbestê) hinek helbestvan bi welatê xwe dipesinin û welatê xwe ji welatên dinan çêtir û berzetir dibînin. Piraniya van helbestvanan rastgir in, û bi xwîn, bi şer û bi pîroziya welatê xwe re her û her serbilind in. Berovajiya vê yekê, hinek helbestvan jî hene li hemberî bindestî û jêrdestiya welatê xwe xîretkêşî dikin. Di pêşerojê de wê çawa bibe nizanim, lê di şertên îroyîn de helbestên li ser “Kurdistan”ê gişt bi vî rengî ne. “Felat, rizgarî, mêranî, qehremenî”  peyvên sereke yên cureya duyemîn be, “xwîn, pakrewanî, lihevkirdina nijad û pîrozweriyê” jî hêmanên serek yên  cureya ewilîn in. Di nav her du seknê jî hêmanên hevpar jî hene helbet. “Pakrewanî” çiqas ji aliyê helbestvanên rastgir bêtir bê bikaranîn jî ji bo helbestvanên “çepgir” ango yên welatên bindest jî girîng e. Ev her du şaxên cuda di mijara zayenda welat de heman tiştî difikrin. Welat mê ye, jin e; û divê ji zirbavan bê parastin.
Helbesta Nêr, Tîr û Şilfîtazî
Dema helbestvan  dibêje “Mecbûr e helbest /Nêr be/Tîr be/Şilfîtazî be/Agir bibare ji devê wê” ji me re poetîka ya xwe jî pêşkêş dike. Ne tenê helbest dinivîse, di heman demê de çawa ku bi helbesteke xwe kurtehiya cîhana helbesta xwe pêş me kiribe, heman tiştî di warê dozîneya helbestê de dike. Pandomîm ji navê xwe despê dike heya naveroka ristsaziya xwe ji me re behsa vê dozîneyê dike, ji me çîroka xwe vedibêje. Lewra pandomîm hunereke bêdeng û di war şêwazê de gelek dewlemend e. Lê pandomîma helbestê tiştekî dîtir, şêwazkar e û lewra jî di şêwazê de xwe digihîne helbest. Bi pandomîmê re helbestvan ji me re wateyeke denginî, jê wêdetir wateyeke sembolîk jî diafirîne. Bi yekê re helbestvan tayên di navbera xwe û çanda devkî hinek sist dike û weris qalind bi wêjeya nûjen ve girêdide.
Li welatên cîhana sêyem an jî em bêjîn li welatên bindestên diktatoran têkiliyên navcivakî li ser bingeha hêza ava bûye, ava dibe. Zimanê min nagre bibêjim li welatên pêşveçûyî (lewra pirsa pêşveçûn çi ye dertê holê) ango li welatên rojavayî ev hêz di warê aborî de diyarker e. Lê li welatên dûrî navend-rojava rasterast bi hêzên dîktatoran ve rû bi rû ne. Lowma jî qehremanî, serobinkirina sazûmana dîktatoriyê, rizgarî, xelasî, qehremanî gişt têgehên xwedî-nirx in. Di vê rewşê de wekî qadeke rewşenbîrî û zanistî wêje jî xwe li hemberî vê hêzê saz dike. Mînak li Emerîka Latînî “realîsma efsûnî” roleke wiha digre. Dema li rewşa zimanê kurdî binêrin belkî rasterast janreke wiha dernexistiye holê, lê xwe ji bizavên wêjeyê jî kêm nehiştiye. Helbestên Arjen di zindanê de riziyane, yên Cegerxwîn demekê bi destan kopîbûye, bi riyên “qaçax” hatiye belavkirin, wekî din di demên nêz de dawiya salên notî romana Helîm Yûsiv li ser keran ji serxetê derbasî binxetê bûne. Bibe nebe, helbesta kurdî jî dê behsa mayînên sînorê bike, dê behsa mêraniyê bike, pesnê pakrewanî û cangoriyan bide, ji me çîroka helebçeyê bibêje.
Sedemek dîtir a nêrbûn û mêrbûna helbestê bi ya min pêvajoya netewebûnê ye. Gelên bindest, piranî di vê pêvajoyê de bêtirî bi têgehên welat, pakrewan, qehremanî hwd, mijûl dibin. Di van pêvajoyan de bêtirî wêjevanên mêr dinivîsin, bi nebe behsa mêraniyê dikin. Endamên bingehîn ên neteweyê, mêr tên dîtin û bitîr behsa biratiyê tê kirin(ne xwişkitiyê!). Lê dema behsa welat dikin wekî erdnîgarî jî welat “mê” ye; spî ye, bûk (“Kurdistan bûka cîhan e”) e û divê ji biyaniyan bê parastin. Di vê pêvajoyê de ne tenê helbestvanên mêr  nêritiyê diafirînin, jin jî (ku hebin) jî piranî mêbûna xwe dikujin, dirûva nêrityê li xwe dikin. Ez dikarim bibêjim ku heya neha di metnên helbestvanên jin de ji bilî çend helbestan ez laqê tu mêbûnê nehatime. Lê di stranên dengbêjên jin de mirov bi mêbûna wan dihesiya.
Wekî peyva dawî dikarim bibêjim kalemêrê xort Berken Bereh stûneke qewî li bin konê wêjeya kurdî daniye. Bi peyvên xwe yên mêrane û nêrane “şilfîtazî” wekî pêşmergeyeke hunerê di qada hunerê de şer kiriye, dike. Wek dayikên li ber tenûrê di dawa xwe nanên germ şîrogerm kiriye, li benda zarokê xwe ye. Bi huner û şêwaza pêşkirina hunerê xwe re gazî neviyên xwe, di heman demî de bi neviyên re rêhevaltiyê dike. A girîngtir jî dema mirov li helbestên wî dinêre vîtrîneke zelal xuya dike, ji dêvla sandoqeke tozgirtî.
Çavkanî
Bereh, Berken. “Belavok”. Pandomîm. 1. çap. Stenbol: Weşanên Belkî, 2006. 75-75.
Bloom, Harold. Etkilenme Endişesi. 1. çap. Stenbol: Weşanên Metis, 2008.
Joyce, James. “The Sister. Dubliners.  Stenbol: Pergamino. 7-21.
Ev nivîs di 49ê hejmara kovara W’yê de derçûye.

[1] Dublîniyan
[2] Xwişk(ê)
[3] Her şevê dema min ji şibakeyê temaşe dikir, min hêdîka ji ber xwe de peyva şelbûn’ê digot.