Di Malzaroka Psikanalîtikê de Zarokekî Qefeskirî: Temo


Zextên mirinhez bingeha kiryarên hemû qirêjiyan, yên jînhez jî ya xweşiyan e.
Bi dozîneya psîkanalîzê re em dizanin ku tu çêr, gotin, likumînên peyvan(lapsus) û xewnên me ne belasebeb in. Psîkanalîstan lowma nexweşên xwe di seansên başkirinê de didin axaftin, peyvan tînin peyvên dîtir û dixwazin di hişmendiya nexweşên xwe de bigihin binhişên wan. Di wêjeyê de em dikarin heman tiştê ji bo lehengan jî bibêjin. Ez ê di vê nivîsê de him xwe bispêrin çîroka metnê û rewşa ku lehengê romanê tê de ye rave bikim.
Temo yek ji serekleheng û vebêjera romana Lehî ya Firat Cewerî ye. Lehî berdewama kitêba Ez ê Yekî Bikujim e. Temo di destpêka  Ez ê Yekî Bikujim heya gihiştina armanca xwe tim li kesê ku bi kuştina wî/ê re dilê xwe rehet bike digere ji bo ku pirsên di serê xwe de bibersivîne; “Ez çima hatim vê dinyayê û ez ê çima jê herim?”(r.180). Ev pirs yekem pirsên zarokekî nûza ye. Malzaroka dayikê ji bo nûzayekê cihê herî ewle ye. Û zarok çiqas jî mezin bibin tu carî wê ewlehiyê ji bîr nakin. Dema derekî mirov diêşe tu carî nabêje “ ay bavo! Tim dibêje “ay dayê!” ev yek lêgerîna wê ewlehiyê ye. Zarok dema çêdibe vê pirsa ku Temo dike ji xwe dike. Lê ji bo gihiştina kesayetiyê divê mirov ji wir derkeve.
Li gor psîkanalîza Freud zarok heya mezin dibin ji gelek heyaman derbas dibin; Oral, Anal, Fallik, Latent û Jenital. Hîn psîkanalîstên li pey Freud heyamên dîtir jî destnîşan dikin. Û di van heyaman hin şerên navxweyî ya zarokan jî peyda dibe helbet; wek kompleksa Oedipusê  û kompleksa Elektrayê. Lê ji bo Temo ya girîng ne ev heyam in, ne jî şerê Oedipûsê ye, ji bo wî ya girîng asêbûna di ewlehiya malzarokê de ye. Malzarok wekî hemû zarokan ji bo wî jî qefeseke gulenenas e.
Temo yek ji girtiyên ji bermayiya şerê hebûnê ya vê salên dawî  ye. Û wekî çarenûsa adetî girtîgeh bi para wî jî ketiye. Civata ku lê dijî bi vê qada şerê re hemû kirasên xwe guhertiye. Di nav guhertinan de hinek li piya mane, hinek “têkçûne”, hinek mirine, hinek reviya û hinek jî “qehreman” in. Ya Temo jî sendroma hayjivanbûnê ye. Haya Temo ji hemû guherînan heye lowma jî ew dizane derve wekî girtîgehê jî êdî ne ewle ye û ne pêkane ku xwe di wê civakê de di derekî wê de bi cih bike. Ev tev tirsên wî yên li “dervê” ye. Ji vê tirsê nebûna dayika wî- ji ber ku di girtîgehê de bi awayeke fizîkî diya wê nikare xwe bigihînê- çar dîwarên girtîgehê ji dêvla diya xwe bicih dike. Ew kirin ji tirsê diwelide. Çawa ku di kompleksa oedipûsê de zarok ji tirsa xesandinê (jêkirina penîsê) dev ji benginiya diya xwe berdide, dijmintiya li bavê xwe vedimirine û desthilatiya wî qebul dike. Li vir jî desthilatiya çardîwar ne bi tirsa xesandinê bi ewlebûna xwe (malzarok jî ji çar alî ve girtî ye û deriyekî wê heye) wê rola benginiya li dayikê dikuje. Wekî sembola dayikê cihê wê digre.
Temo ji derketina derveyê girtîgehê heya kuştina diya xwe tim di bin zextên mirinhez de ye. Zextên mirinhez bingeha kiryarên hemû qirêjiyan, yên jînhez jî ya xweşiyan e. Her du jî bi awayekî agirê libidinal aş dikin. Temo û ên wek wî ku di kompleks û pêvajoyên heyamên pêşveçûnê de birîndar dertên ango di wan heyaman de asê dibin tim ji ve vê zextê êrîşkar in. Dawiya dawî ku ji vê kêmasiyên xwe xelas nebin ji bo aşkirina abadîn a wî agirî xwe dikujin. Bi ya min ji ber ku li gor psîkanalîzê zarok xwe perçeyeke diya xwe dibînin Temo diya xwe dikuje. Helbet sedemeke din jî êdî ji girtîgehê vir ve diya wî dibe biresera sexte ya daxwaziyê û lowma ji bo bigihe ya resen pêdivî bi ya sexte nîne. Ji Temo bêtir diya wê nêzikê mirinê ye.Û dema ew kêliya psîkokaotîk tê- kirinên wiha di kêliyan de rû didin- Temo diya xwe dikuje.
Rêbaza psîkanalîtik helbet di nivîseke wiha kurt de, di rexneyeke pratîk de nayê ravekirin. Lê ji bo pêngavekî em dibînin êdî deriyên kurdî û wêjeya kurdî ji rexneyên tekînikî, ji teoriyên mîna psîkanalîtkê re heya dawî vekirî ne. Temo jî yek ji wan lehengên vê pêngavê ne.
Ferzan Şêr
Têbînî: Ev nivîs di Taraf Kitap’a Adarê (09.03.2012) de hatiye weşandin.
Categories: Tags: , , ,

Leave a comment