Ferzan Şêr: Helîm Yûsiv ne kêmî Marquez e

Diyarname
Helbestvan Ferzan Şêr li Zanîngeha Bîlgî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv teza xwe amade kir û teza wî hat qebûlkirin.
Şêr di sala 2011’an de dest bi teza xwe dike. Wê çaxê ew dixwaze bi kurdî teza xwe binivîse, lê li Zanîngehê hîndekarên ku dê kurdî binirxînin nîn in, jixwe bi kurdî tezê hê qebûl nakin jî. Ew mecbûr dimîne bi tirkî dinivîse, lê di tirkî nivîsandinê de gelek zehmetiyan dikişîne.
Ferzan Şêr navê “Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiv de beden û îqtîdar” li teza xwe dike. A rast ew dixwaze zêdetir bi ser “pişt” û “îqtîdarê” re bidomîne lê di wergera tirkî de nizanin dê “pişt”ê çawa lê bînin û mecbûr peyva “beden” bikar tînin.
Li Zanîngeha Bîlgî komek kurd di bin navê Pêşkêşiyên Tezên Kurdolojiyê de xwendekarên ku tezên xwe li ser kurdan, wêjeya kurdan, kurdolojiyê amade kirine dikin mêvan û ew kes tezên xwe pêşkêşî mêvanên amade jî dikin. Vê carê mêvanê vê pêşkêşiyê Ferzan Şêr bû. Di pêşkêşiya ku êvara 3’yê adarê li dar ket de eleqeyek baş ji bo wê hebû û Şêr qala kîteyên teza xwe kir.
Şêr, ji bo teza xwe pirtûkên Helîm Yûsiv “Sobarto”, “Mirî Ranazin” û “Tirsa Bêdiran” girtine dest û bi ser wan re teza xwe “Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiv de beden û îqtîdar” nivîsandiye.
Ew di amadekirina tezê de li ser çar hêmanên bingehîn sekiniye: Pişt, çima septoma piştê, zayendîtî (têkiliya cinsî) û metna Helîm Yûsiv çi bersiv daye van tiştan. Di bin van beşan de jî beşên din girtiye dest û wisa teza xwe temam kiriye.
Ji nav çîrokan meseleya piştê, têkiliya pişt û desthilatdarî, têkiliya travmayên civakê û metnên Helîm Yûsiv, zayîn, mirin, karekterên wî… Şêr li ser van sekiniye, her wiha qala karakterên Helîm Yûsiv ên wekî Silêman ku netewe, Belqis ku welat temsil dîke, her wiha Mistoyê Qop û karakterên din jî kiriye di teza xwe de.
Ferzan Şêr got, bi hêmayên mirin, dînbûn û veguherînê Yûsiv li dij îqtîdarê, lê bi hêmaya spîbûnê jî li cem îqtîdarê sekiniye.
Piştî qalkirina naveroka tezê, di beşa pirsên xwendekar û mêvanên din de Ferzan Şêr got ku Helîm Yûsiv ne kêmî Gabriel Garcia Marquez e û wisa dom kir: “Ger pirtûkên wî bi wergerek baş li zimanên dinyayê bêne wergerandin, dê bi qasî Marquez eleqeyê bibînin.”
Her wiha Şêr qala teza xwe û hîndekarên zanîngehê jî kir û got: “Hîndekarên ku heta niha ji bo wêjeya kurdî her qala Mehmed Uzun dikirin, dema teza min bixwînin êdî dê qala Helîm Yûsiv bikin, ji ber ku ew gelek pêşketîtir e. Ez Helîm Yûsiv, dîsa Bextiyar Elî bi ser gelek nivîskarên kurdan re dibînim.”

http://diyarname.com/news.php?Idx=8122#

03-4/03/2014

Categories: Tags: , , , ,

Leave a comment