Hevpeyvîn:Pirsên Kovara Heterotopia û bersivên min, Hejmara 2.

 1) Gelo em dikarin ji bo edebiyata kurdî-kurmancî behsa krizeki bikin?
Pênaseye krîzê di vir de gelek girîng e. Krîz rewşeke neasayî ye û nedomdar e jî. Encamên wê hene, rewşeke demdemî ye. Dema diqewîme an xelasî jî heye an jî dikuje. Ji bo mirovan em bifikrin krîza dil mesela an dikuje an jî tevî xisarên xwe xelasiyek jê heye. Lê di zanistên civakî de demên krîzan her tim kuştin û xisaran bi xwe re nayne, carinan afrîneriyan jî zêde dike. Romanên gelek hêja di demên krîzên civakî de, di demên krîza nivîskaran bi xwe de derketine. Ne ji mêtingeriya Emerîka Latinî an jî ji diktatorên wan ba belkî cureyeke mîna Realîzma Efsûnî jî nedibû, belkî Marquez jî wê romanên xwe mîna Conrad binivîsanda. Em vegerin kurdî em dikarin behsa du cure krîzan bikin; yek jê krîzên derveyî metnê, a din krîzên navmetnî ne. Krîzên derveyî metnî; meseleya nexwendina kurdî, kêmbelavkirin, weşanxane, editorî, nebûna saziyên dewletê, nebûna dewletê bixwe, pirsgirêkn nivîskaran hwd. em dikarin dûr û dirêjtir bikin. Lê heya neha mixabin kêmcaran an jî qet me nîqaşa krîzên navmetnî ya kurdî nekiriye. Bi min ev bi xwe krîza mezin e. Belê li ser “tunebûna” romanê kurdî nîqaş hatibin kirin jî tu carî xwe li nava metnê nexistiye tim bi awakî gilower, ji peyvê wêdetir neçûye. Çima roman kurdî tune û ev yek di romana bi kurdî hatine nivîsîn de çi kêm an zêde dike nehatiye nîqaşkirin.
2) Sedema vê yekê çine?
Sedema sereka ya ku em nikarin vegerin navmetnan û nîqaş li ser metnan bikin krîzên derveyîn in. Nîqaşên derveyê metnan nahêlin ku em hêza xwe ya mezin li ser metnan xerv bikin. Bêtirî, belkî wê di vê hevpeyvînê de jî wisa be, em bi tiştên dervyî metnê re, mijûl dibin. Ev yek hinekî jî bi mecburî ye, hinekî kêfî û nezanî ye jî. Dema gotineke me, zanîneke me, peyveke me li ser nav(erok)a berheman nîn be bivê nevê em xwe bi tiştên din mijûl dikin. Ev nayê wê mahneyê ku krîzên derveyî metnî, krîzên “çêkirî” û ne girîng in. Berovajiya wê ewqas girîng in ku heya ew neyên çareserkirin ew ê rê li ber nirxandinên navmetnî bigrin, wek ku taybetmendiya krîzê ne, metnên me yên heyî nekujin jî zirarê didin wan.
3) Tûnebûna  xwendavanên berhemên kurdî rewşekê çawa li vê dike?
Di cîhana me ya kurdî de yek ji wan “krîzên herdemî” jî ev klîşeyên han in. Ez bi “nebûna xwendevanan” ne bawerim, him jî bi min têkiliya nebûna an hebûna xwendevanan girîng e lê ne ewqas. Em ji bîr nekin ku berhemên herî hêja ên cîhanî di demek wiha de hatin nivîsin ku em dev ji xwendevanan berdin kesên xwende û nivîsende jî pirr kêm bûn. Kêmbûn an jî nebûna xwendevanan nayê wê mahneyê ku dê berhemên me ne hêja bin. Belê hebûn ê zêdebûna xwendevanan kiriye ku cureye mîna romanê derkeve li gel kartêkên dîtir ên civakî. Lê em ji bîr nekin ku îro berhemên ku herî zêde tên xwendin, berhemên populer û ji hêla edebî ve ên erzan in. Mînak di wêjeya tirkî  hûn nava bergê, kunyeya kitêban vekin li wir dê bê dîtin ku romanên gelek hêja bi hezar hejmarî çap dibin lê ên mîna “Grinin Elli Tonu, Yuz Firça Darbesi” bi sed hezaran tên firotin. Bi kurt û kurmancî, hebûna xwendevan girîng e, pirbûna wê jî helbet, lê ev ne pirsgirêka herî mezin û dijwar e.
4) Çi ji hêla zimên de, çi ji hêla honandinê ve kalîteya berheman bandor li vê dike an na?
Ziman helbet gelek girîng e. Lê dema em dibêjin “ziman” çi jê fahm dikin. Gelek rexneyan dixwînim bes li ser kêmasiya gramerên berhemên diseknin. Fila nivîskar deh caran şaşiyên ergatîv, sed caran şaşiyên tewangê, hezar niza’m çend caran jî peyvên ferhengî bikaranîne. Ev tevde bi giştî pirsgirêkên zimanê kurdî û nestandartiya wê ya gramer û diyalektan e jî. Lê belê divê nivîskar qaideyên gramerê baş bizanibin, lê dema em dibêjin ziman li gel honanindina berhemê em qala xweseriya bikaranîna nivîskar dikin.  Ew dem jî divê xema me ya nirxandin û xwendina berheman lazim ji wê asta “rexneya gramer ûrastnivîsan” derbas bike. Ji ber vê yekê Gramera Bêhizûr ya Şener Ozmen berhemek girîng e.
5) Rola weşanxaneyan di vê de çiye?
Di meselaya weşnageran de bi xwe jî ev du şêweyên krîzê hene. A hundirîn wek ku bala gelek xwîneran jî dikşîne kêmasiya editoriyal in, nestandartbûn, kêmasiyên gramerê filan hene. Meseleya jê xerabtir, di ya derveyîn de hene. Têkiliya nivîskar û weşanxaneyan ne dirûst û tekûz e. Weşanxane qedr nadin nivîskar û berhemên wan, ev jî dike ku motîvasyona nivîskaran, hêlên wan ên afrineriyê bimre. Ez nabêjim bila her û her pesnê nivîskaran bidin, an pişta xwe bipelînin. Lê di gelek çalakiyan de konferans, semîner, fuar hwd. em dibînin ku tu rêz û hormetek ji bo nivîskar nayên dayîn. Gelek nivîskarên me “xeydok” çêbûne lewma. Ev tiştekî pir hêsan û girîng e, îcar ez naxwazim behsa kedxwarin, telîf, û wî zimanî ku weşangeran ku tim xwe  mexdur nîşan didim bikim jî.
6) Rola nivîskar  di vê krîzê de  çiye?
Dema em dibjin edebiyat ji xwe em behsa berhem, nivîskar, weşangera û xwîneran dikin. Helbet di van krîzan de rola sereke ya nivîskaran e, Ji ber ku nivîskar girîngî nadin nivîskariya xwe hem naveroka metna xwe xurt nakin, him jî di têkiliya xwe weşanger û xwîneran jî xurt nakin, ango nikarin xurt bikin. Bi kurtî dema weşangerek ji nivîskarekî bo çapkirina kitêban pere bixwaze, ew nivîskar wî pereyî nede ew ê hin navê xwe bi awakî jî guneha weşangeran bişo. Em veger nava metnê jî ez bi tevahî nabêjim lê piranî naveroka metnê ji hêla “naverok” û şêweyê ve xurt nakin û pir benda nirxandinan dikevin. Divê nivîskar di vê rewşa “pir bi kêmasî/pirgirêkî” de xwe ji hêla editoryal jî pêş ve bixe ku kêmasiyan weşanxaneyan deralî bike.
7) Nebûna sazûmaniya rexneyê ya objektîf sedemek e?
Ez ji vê peyva “objektîf” û sazûmanê bi guman im. Ji xwe divê sazûmanek ku “objektîfiyê saz bike” nîn e. Bi sazûmanan nabe, bi ehlaqeke civakî û ramyarî, yanî rewşenbîrî saz dibe ev tişt. Rexneya herî xurt jî herî qels jî tu carî objektîv nabe. Belê qaîdeyên ilmî çêdibin, ger qesta we ev be. Ger qesta we ew be ku di kurdî de bi têkilya mamoste û xwendekarî, bi têkiliya xal û xwarzîtî rexneyeke pesnê û manîpûlatîf dertê holê, belê rast e ev yek heye. Lê di krîzan de rola van tiştan negirîng e, tiştên wiha erzan nikarin edebiyatan bixin nav krîzan, lê dikarin îtîbara wan edebiyat qels bikin.
8) Siyaset li ku dera vê mijarê ye?
Yek ji wan tiştên ku îtîbara rexne û edebiyatê qels dike jî mixabin siyaset e. Ne bi tîpên mezin Siyaset e, têkiliyên hizbî ên siyasî ne. Têkiliya edebiyat û siyaseta kurdî nemaze li bakûr, yekalî ye. Siyasiyên kurd guh nadin edebiyata kurdî, haya wan ji edebiyatek bi kurdî nîne.  Lê wêjevanên kurdî di warê siyasî de dikevin nav pêşbaziyekê hizbî. Ev di nav edebiyata cîhanî jî wisa ye, heta ku xelatdayînên edebî jî bi vî hawî ne piranî. Kesên faşîs qomînistan naxwînin, kesên qomînîst jî ji ber faşîst nikarin berhemên xweş bininivîsin ji xwe wan naxwînin. Ev henekek e lê, hizbparêzî dike ku kurdên ji siyaset û nêrînên cuda hev du nexwînin û bivê nevê ev krîza derveyîn kûrtir dike û nahêle ku rê li ber nirxandin navmetnê vebe. Di helbesta “Ankara” ya Yilmaz Erdogan de dibêje “bi serkeketina ku karibe him jî Neşet Ertaş him jî ji Bulent Ersoy hez bike”, ez jî dikarim wiha romantîze bikim, di heman demê de bi hezkirina Helîm Yûsiv, Jan Dost û Firat Cewerî re…
9) Gelo bindestî,asîmîlasyon,tunebûna dibistana sedemê bingehîn ên vê rewşê ne.
Ji Xanî vir ve, ku wî jî behsa “bazarê” dikir, em krîz nehatiye çareserkirin. Ger asîmîlasyon û şopên otoasîmlasyonê li ser kurdan rabin, ku ez vê yekê wekî detoksa çandî dibînim, mirov bi dikare bi rêjeyeke bilind ji wan krîzên derveyîn xwe xelas bike. Ew dem belkî em ê karibin bêtir  vegerin navmetnan, krîzên navmetnan ji xwe bikin mijûlahî. Her wekî din bi awakî sirûştî ger ev xalên ku we rêzkiriye, yanî xalên mêtingehbûna kurdan in, ji holê rabe nivîskar bi xwe jî dê bi awakî sirûştî li metna xwe vegere. Wê mîsyona barê gelekî hinekî ji ser xwe bavçje û helbet ew qisûrên ku bi wê misyonê hatine nixûmandin jî dê derkeve holê. Belkî jî wek ku kar û kana nivîskaran e wê her li krîzên dîtir bigerin.
10)  Xelasiya ji vê krîze wê çawa bibe?

Ên derveyîn dikarin bi riyên derveyî metnê çareser bibin, asîmîlasyon siyasî ye bi riya siyasî, her xalek ancax di nav xwe bi bi xalên din re dikare bê çareserkirin. Mînak ji bo têkiliya nivîskar û weşangeran saziyên nivîskaran dikarin xwe bixin bin barekî, xebatekê bikin. Ez baş nizanim bê çawa çareser bibe an nabe. Lê ev rastiyên me ne. Krîzên ku me wekî ên hundirîn binavkir jî encax bi riya rexnegir û nivîskaran, yanî bi riya rexne û nivîsandinê çareser dibin. Û em dikarin gelek tiştan bixin nava vê sêlika ji du hêmanan pêktê. Ger pêkan be, nivîskarên tekûz, xwînerên tekûz, weşangerên tekûz, berhemên tekûz û wekî ku Borges dibêje “xwîner baş ji nivîskarên baş kêmtir peyda dibin”.
 
Categories: Tags: , , , , , ,

Leave a comment