Bihara ereban û zivistana li pey dagirkeriyê

Bihara Ereban û Zivistana Li Pey Dagirkeriyê
Hamid Dabashi di pirtûka xwe ya bi navê Arap Bahari: Postkolonyalizmin Sonu [Bihara Ereban: Dawîlêhatina Postkolonyalîzmê] de angaşta dawîlêhatina postkolonyalîzmê pêşkêş dike.  Li gor Dabashi raperînên domînoyî ên li dewleta ereban şoreş û pêşveçûneke wiha ye ku dawî li vê pêvajoya piştî dagirkeriyê tîne. Dabashi bi dawîlêhatinê kêfxweş e, ji ber ku li gor nêrîna wî ev têgeh referansa xwe ji kolonyalîzmê digre. Gelo bi rastî jî dawîlêhatina şoreşeke mîna postkolonyalîzmê wekî şoreşeke jê meztir gengaz e? Bihara ereban ev yek pêk aniye gelo?
            Bihara ereban bi xwe têgeheke ne zelal û bi pirsgirêk e. Ereban him wekî neteweyek giştî dike kirdeyekî serbixwe, him jî wan tim di zivistanê de yanî tim wekî gelên bindest, dagirbûyî disêwirîne. Dawlîlêhatina postkolonyalîzmê dema bi bihara ereban dest pê kiribe an rastir “pêkhatibe”, ev jî ereban wek kirde, berdevk û temsîla cîhana kolonyalîst-postkolonyalîst saz dike. Hîn di asta veqetandeka van peyvan de arîşe dertên holê.
            Gelek welatên ereban hene, gelek bizavên ereban hene; ji şoreşgeran heya neteweperestan; ji Marksîstan heya îslamîstên tundrew. Bi giştî ne tekane û bes welateke ereban heye; cîhana ereban taliyê bi destê dîktator, keyperest û hevalbendên wan ên emperyalîst ve tên rêvebirîn. Cîhana ereban ji desthilatiya mutleq hez dikin. Ez vê bi awayê giştîkariya Frederic Jameson bikarnaynim. Lê fikra “mesiyanîzmê” yanî rizgariya ji destê kesekî gelek xurt e li van axan. Loma jî ger serokên welatan bi wan re ne rast be herhal serî hildidin, lê ji dêvla wê sazûmaneke wekhevîxwaz nîne, ji dêvla wê yeka nû saz dibe, desthilatî dikeve destê yekî din. Di serî de meseleya Tunus û Muhamad Buazzî, xwedan dirûveke çînî bû; serhildan li dijî buhaya qût û xwarinan, li dijî bêkarî û gendeliyan hwd. tiştên wisa bûn. Lê dawiya dawî mesele hat li ser hilweşandin û hilbijartina serokan asê ma. Ez wekî fîzyoterapîst dixebitim, min gelek mexdurên ereb jî dîtin, şerwanên wan jî. Gelek kesan çûna Qedafî wiha şîrove dikirin: “Qedafî one madam, filankes three madam”, yanî di dema Qedafî de mirov nikaribû du jinan mehr bike, niha dikare sêyan li xwe mehr bike. Helbet ev ne awêneyeke jidil ya rewşê ye bes nimûneyek e. Ev meseleya hilweşandina serokan (wekî hevalbendên kolonyalîstan) bi xwe fikra dawîlêhatina postkolonyalîzmê di serê Dabashi de saz dike. Lewra qaşo serokên hilweşandî bermayîyên kolonyalîzmê û berhemeke pêvajoya postkolonyalîzmê ne. Di vir de Dabashi ji hêlekê ve mafdar e, belkî pratîkên heyî dikare mahneyeke wiha ji vê hilweşandinê jê derxe. Di pêvajoya postkolonyalîzmê de gelên herêman dema welatê xwe ji dagirkeran (kolonyalîst) dişo, tevî hemû saziyên dagirkeran vî karî dike. Ji aboriya serbixwe heya çand û perwerdeyê li xwe, li koka xwe vedigere, lê ev veger ne vegereke paşverû û romantîk e; avakariyeke pêşvexwaz e. Dema Edward Said qala rejîma oryantalîst ya Rojavayî dike mînak li hemberî berhema Karanligin Yuregi (Dilê Taritiyê)ya Joseph Conrad, berhema Kuzeye Goç Mevisimi (Kîşwera Koça Ber Bi Bakûr ve) Tayeb Salih datîne, bes mesele ne ew e ku berhema Salih tevnsaziya Conrad berovajî dike. Di ya Conrad de yekê ji bakur tê welatên başûr û wan dagir dike, di ya Salih de yekê başûrî jinên bakûrî “dagir dike”. A girîngtir jî zimanê romanê Salih e. Salih vê romanê bi erebî dinivîse.
            Dabashi bi xwe jî bi zimanê kolonyalîst dinivîse. Nivîsandina di zimanê serdestan de jî her ku li dijî wî zimanî (sazûmanên zanînî ya wî zimanî, şîdeta epîstemîk) bibe jî referansên xwe ji wî zimanî digire. Deleuze û Guattarî ji bo nivîsandina di zimanê serdest de, wekî mînorî behsa şoreşbûna wê dikin. Ev şoreş ne bes ji bo gelên mînor yên ku di zimanê serdest de dinivisîn rast e, di heman demê kesên ku zimanê zikmakî jî dinivîsin dikarin bi mînoriyê li dijî kanona wî zimanî şoreşek pêk bînin. Vê yekê jî bi şêwaz, teşe û peyvên nû ango veguherandî pêk tînin. Lê dawiya dawî referansên xwe ji wî zimanî digrin û di nav wî zimanî de kar dikin, şoreşên wan jî ji bo wî zimanî ye. Bivê nevê jê têsîr digrin, li dijê wê be jî dişibê. Loma dawîlêhatina postkolonyalîzmê encax bi afirandina ziman û têgeha xwe, avakirina têgehsaziyeke ku kolonyalîst hewcehî bi wergerê bibînin dikare dawî li pêvajoya postkolonyalîzmê bîne. Di vir  de divê em şerhek jî deynin ku dawîlêhatina ku ez qal dikim ya ku Dabashi qal dike ji hev cuda ye. Ez dawîlêhatinê  wekî pêvajoya dawî ya postkolonyalîzmê bi kar tînim. Xeleka pêşîn çawa ku bi “yekem guleyê”dest pê dike, em dikarin bibêjin ku xala dawîn jî bi avakirina têgehên xwe, têgehsaziya xwe, epîstemeya xwe dikare pêk bê.

            Dema ku Beşîkçî digot “berhema herî xerab ya bi kurdî ji berhema herî baş ya tirkî” çêtir e, qala vê yekê dikir. Ev jêderka Beşîkçî bû referansên wan kesên ku hemû berhemên kurdî ên nebaş jî bibe xwedan baweriyeke xurt. Ji bo demên “yekem guleyê” tiştekî gelek hêja bû. Îro him gelên ku xwe ji dagirkeran rizgar kirine û ên mîna kurdan ku ji ezmûnên wan sûdê wergirtine (ango lazim e werbigrin) bi vê tenê qayil nabin. Divê berhemên bi zimanê xwe binivîsin, lê di nav zimanê xwe de bila berhemên bijarte û yekta bin, avakarê sazûmaneke zanînî be ku xwe ji paşxaneya digerkeran rizgar bike. Îro di gelek qadên hunerî û ramanî de kurd bi zimanên biyanî dinivîsin, lê herî girîng warê akademî, warê lêkolîn û rexneyan e. Akademisyenên girîng karên xwe bi kurdî nakin, berê bi fransî bû neha jî bêtir bi ingilîzî (em qala zimanên serdestan nekin jixwe) dikin. Her ku ziman-zanîn, çalakiyên di zimanên din ên cîhanê de dikare asoya kurdî gelek berfireh bike jî (dike jî ji xwe), lê ji bo ku mirov “têgehên”, fikr û hunera xwe ya xususî ava bike, lazim e ev kar bi kurdî jî bên kirin. Di vir de bila şaş neyê fahmkirin, karên ku di zimanên biyanî de hatine kirin gelek pîroz in û ew kar dikin ku gelek kes hay ji xebatên kurdî dibin. Lê ez di wê fikrê re de me bes di wan zimanan de ew kar ji bo qada cîhanî kêrhatî nebin, ji destê yekemîn, ji pênûsa yekemîn hizra kurdî jî bê danîn. Loma heya ku Dabashi (gelên dagirkirî an piştî-dagirkeriyê) pêdivî an mecburiyetek di wan zimanan de bibînin, dawî li pêvajoyê kolonyalîzm-dekolonyalîzmê nayê.

Ev nivîs, (3/21/2016) di Basnuçeyê de derçûye.
http://basnuce.com/ku/article/1354/bihara-ereban-zivistana-li-pey-dagirkeriye

Categories: Tags: , , ,

1 Comments

Leave a comment